Pizişkiyan: Bila Libnan veneguhere Xezzeyeka din
Serokê Komara Islamî ya Îranê hişyarî da ku nabe Libnan li ser destê Rejîma Siyonîst bibe Xezzeyeka din û divê em pêşî li kiryarên tawankar ên li pey hev ên vê rejîmê bigirin.
Mesûd Pizişkiyan li hevpeyvîna digel kanala CNN`ê got: Êrişên li pey hev ên Rêjîma Siyonîst ser Hizbullaha Libnanê qeyraneke mirovî ye ku bi gurkirina kêşeyan, navçê dixe metirsiyê.Pizişkiyan bal kişandin ser vê yekê ku Hizbullah bi hêzeke tam çekdar re rûbirû ye û dikare xwe bigihîne her sîstemeke çekdarî ya ku ji her sîstemeke din joratir e û pêhişyarî da go gereku îzn neyê dayîn Libnan bi destê Rejîma Siyonîst veguhere Xezzeyeke din. Serokomarê Îranê got: Divê welatên rojavayî û ewropî û Amerîka piştgirîya Hizbullahê bikin û jînûsayda Îsraîlê rawestînin. Pizişkiyan got: Di halekî da ku rêberên cîhanê ji bo beşdarbûna li Civata Giştî ya NY kom dibin, kiryarên dijminane û nakokiyên di navbera Rejîma Siyonîst û Hizbullahê li Lubnanê zêde bûne.Wî pêhişyarî da ku dibe ku ev bûyer veguherin nakokiyeke navçeyî ku dikare bibe metirsî li ser paşeroja cîhanê û rûbarê erdê, lema divê em pêşiya kiryarên tawankar ên li pey hev ên Rejîma Siyonîst bigirin. Mesûd Pizişkiyan yê sibe Çarşemê di 79`emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axaftinekê bike.