Islamî: Serdestîxwaz ji pêşketina Îranê ditirsin
Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Komara Islamî ya Îranê, got ku pêşketinên Îranê di warên zanist, navokî û leşekrî da bûne sedema dilnigeranvbûna serdestîxwazan.
Mihemed Islamî Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Pergala Şoreşa Islamî bi alîkarîya zanyarên xwe zanist û teknolojîya pêşketî bi dest xist û bi vî awayî xwe bi hêza leşkerî teyar kir û ev yek bûye sedema dilnigeranbûna dijminan.
Mihemed Islamî herwiha got: Komara Islamî ya Îranê nika derbasî navçeya qedexe ya dijmin bûye; gellek zanist ji wan teknolojîya datay û agahîyan, navokî û leşkerî wek pawan di destê zilhêzên cîhanê da bûn û wan rê nedidan ku welatên din derbasî van qadana bibin.
Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Komara Islamî ya Îranê dîyar kir ku welatên din hez nedikirin em jî li esmîn çalak bin, lê me ev yek di sala 2008ê da pêk anî ku bû sedema dilnigeranbûna gellek welatan.
Wî herwiha got: Roja îro em bi hêsanî û rehetî setlaytên zanistî dişînin esmîn û piştî wê em derbasî zanista navokî bûn û me xwe bi vê zanistê jî teyar kir û bi saya rola zanistî ya ewladên Îranê xurt bûn.