Nimandina mûşeka nû ya Cîhad, xwefira întiharî û 21 mûşekên balistîk li Têhranê
Îro li merasima rêjeya hêzên çekdar ên Îranê bi boneya destpêkirina hefteya berevaniya pîroz, 21 mûşekên balistîk hatin nimandin.
Merasima rijeya hêzên çekdar ên Îranê, vê sibê bi boneya destpêkirina hefteya berevaniya pîroz li nêzîkî mezargeha Îmam Xumeynî (RE) li başûrê Tehranê hat lidarxistin û di vê rêûresmê de 21 mûşekên balistîk hatin nimandin.Di vê merasîmê de her wiha xwefira întiharî ya Şahid B-136 ya Îranê hat nimandin. Eva wxefira herî nû ya întiharî ya sipahê Pasdaran e ku ji bo cara yekê hat nimandin.Hêzên çekdar ên Îranê îro nûtirîn mûşeka balîstîk a navxwe ya bi navê Cîhad nimandin. Ev mûşeka pir pêşketî wxediyê kumkê cengî ya bihêz e ku dûratiya menzîla wê biqasî hezar km ye. Di beşek ji merasima hêzên çekdar ên Îranê de, cureyên xwefirên berhemhatî hatin nîşandan.Emîr Sertîb Aştîyanî cîgirê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê li vê merasimê got: Îran ji bo rawestana li himber her sinaryoyeke dijmin amae ye û tenbêkirina Rejîma Siyonîst di destûrkarê de ye.