Îlon 21, 2024 19:30 Asia/Tehran
  • Pizişkiyan:  Tu ehrîmenek newêre êrişî ser axa me bike

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Hêz û qaweta pêşîlêgirtinê ya Komara Islamî ya Îranê bûye sedem ku tu dijminek newêre êrişî ser axa me bike.

Mesûd Pizişkiyan, Serokê Komara Islamî ya Îranê îro di mersima rêjeya hêzên çekdar bi boneya destpêbûna heftiya berevaniya pîroz bi tekziya ser vê yekê ku gelê Îranê di heşt salan berevaniya pîroz dijmin bêhêvî kirin û got:Îro rojê qawet û pêşîlêgirtina Îrana me bûye sedem ku tu ehrîmeke newêre destdirêjiyê ser axa me ya ezîz bike.Pizişkiyan got: Îro Hefteya Berevaniya Pîroz û Hefteya wehdetê ye. Mînaka ku karî bi yekdengiya hêzên leşkerî, gel û hemû gelê ezîz ên welatê me re, destdirêjiya necamêrane ya welatên kolonyalîst ku ji bo têkbirina şoreşê hatibû çêkirin,bêhêvî bike.Serokomarê Îranê her wiha got: Îro hêza berevanî û bergiriyê ya Îranê wisa pêş ketiye ku tu ehrîmeke newêre destdirêjiyê ser axa me ya ezîz bike.Wî got ku ez sipasdarê hemû têkoşer, fermandar û hêzên çekdar ên li her çar aliyê welat im.Ger fermande leşker, û hêzên leşkerî û deryadar tunebûna îro Îrana me ne ewle bû û gel nedikarî bi aramî bijîn.