Pizişkiyan: Eger hemû Misliman bibin yek, Îsraîl nikare Filistînê bombebaran bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i351270-pizişkiyan_eger_hemû_misliman_bibin_yek_Îsraîl_nikare_filistînê_bombebaran_bike
Serokomarê Îranê got: Heger hemû misilman yekgirtî bin, Rejîma Siyonîst nikare Filistînê bombebaran bike.
(last modified 2024-09-17T10:14:50+00:00 )
Îlon 17, 2024 13:42 Asia/Tehran
  • Pizişkiyan: Eger hemû Misliman bibin yek, Îsraîl nikare Filistînê bombebaran bike

Serokomarê Îranê got: Heger hemû misilman yekgirtî bin, Rejîma Siyonîst nikare Filistînê bombebaran bike.

Di destpêka Hefteya Yekbûn yan Wehdetê de, Mesûd Pizişkiyan li hevdîtina bi komek ji alim û rûspiyên sunnî re, meirûf yan karê herî qenc, yekîtî û monker yan karê herî metirsîdar jî parçebûn û nakokî da zanîn û got: Divê di demekê da em ji bo îslamê dilnîgeran bin ku em rê bidin Rejîma Siyonîst wêrektî û cesareta kuştina jin û zarokên bêguneh û mezlûm ên filistînî yên ku wek namûsa misilmanan in, hebe û wan bikuje.

Serokomar destnîşan kir ku me misilmanan yek Xweda, yek pirtûk û yek pêxember heye, lê em di derbarê perwedehiyên eşkere yên Xweda, Qur'anê û gotinên Resûlê hêja yê Îslamê yên ji bo yekbûn û wehdetê bi hev re nakok in. ev dubendî û lihevnekirin wek îsyanek li hember Xweda ye û wiha got: Di perwerdehiyên me yên olî de çareserkirina nakokiyan û pêkanîna yekitiyê ji nimêj û rojiyê pêşvetir û girîngtir e.