Îlon 14, 2024 07:42 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Serdana Serokomar bo Iraqê pir serketî bû

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser dawîhatina sefera sê rojî ya serokomarê Îranê bo Iraqê û hevdîtin û şêwirên li vê seferê got: Dîplomasiya giştî ya ecêb a serokomar asoyên nû li ber du welatên Îran û Iraqê vedike.

Seyîd Ebas Iraqçî  li ser rûpela xwe ya li tora civakî ya Xê derbarê sefera serokomar bo Iraqê ku yekem sefera derve ya Mesûd El-Pizişkiyan wek serokomarê Îranê bû, nivîsî: Ez kêfxweş im ku di sefera gelek serketî ya Iraqê de min hevrêtiya  Dr. Pizişkiyan kir.

Iraqçî got:Dîplomasiya giştî ya ecêb a serokomar asoyên nû li ber her du welatan vedike.Wî her wiha  tekez kir, ku serdana 6 bajarên Iraqê  li  sê rojan,  amadebûna Serokkomar li Besrayê û hizûra wî li Herêam Kurdistanê bo cara ewilî,wajokirina  14 peymanên binirx  ji destkewtên sefera serokkomarên Îranê bo Iraq û Herêma Kurdistanê bûn.

 

Serepeyv