Tekeziya Serokomarê Îranê ser berevaniya ji mafên gelê Îranê
Serokê Komara Islamî ya Îranê li hevdîtina rayedarên partiyên Herêma Kurdistana Iraqê li Hewlêrê got: Komara Islamî ya Îranê tevî berevaniya ji mafên xwe bi dû aştî û aramiyê ji bo hemî welatên cîhanê ye.
Mesûd Pizişkiyan,Serokê Komara Îslamî ya Îranê duh di hevdîtina bi komek ji rayedarên partiyên Herêma Kurdistana Iraqê li Hewlêrê got: dadperwerî û însaf tê vê wateyê ku em mafê tu kesî binpê nekin û daxwaza aştî û aramî ji bo hemû gelên cîhanê bikin.
Pizişkiyan bal kişand ser vê yekê ku ger diravê ku ji bo kuştina jin û zarokên bêguneh li Zîvala Xezeyê hatine xerckirin ji bo avadankirin û pêşketina li deverên curbicur yên cîhanê bihata xerckirin, gelek mirovan dikarî jiyanek baştir hebin û got, yekîtî, hevgirtin û rêzgirtina li mafê hev bingehê avakirin û xurtkirina ewlehî û aştiya civakên mirovî ne.
Pizişkiyan şeva Çarşemê jî di civîna ligel endamên çarçoveya hemahengiya şîeyên Iraqê li Bexdayê, peyama serdana xwe bo Iraqê ragihandina yekrêzî û hevdengiya di navbera welatên îslamîda zanîn û got, eger welatên îslamî bibin yek , Amerîka, Ewropa û Rejîma Siyonîst wê bi hêsanî newêrin misilmanan bombebaran bikin û paşê jî bi xapandinê li cîhanê îdia bikin ku ew parêzvanên mafên mirovan û demokrasiyê ne.