Îlon 13, 2024 07:25 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Rûsiyê: Têkiliyên dualî di navbera Moskova û Tehranê stratejîk in

Serokkomarê Rûsiyê têkiliyên dualî yên di navbera Moskova-Tehranê stratejîk di halê pêşketinê de bi nav kir.

Vladimîr Pûtîn Serokkomarê Rûsiyê di hevdîtina li gel Elî Ekber Ehmediyan Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê li kêleka civîna rayedarên payebilind ên ewlehiyê yên welatên endamên BRICSê li SEn Petersburgê bal kişand  ser peywendiyên ber bi pêş ên Îran û Rûsiyê di hemî waran de û got: Îradeya xurt a Têhran û Moskovê ser bingeha kûrtirkirin û berfirehkirina hevkariyê ye û bi saya hewlên rêberê Îranê peywendiyên her du welatandi halê berfirehkirinê ne.

Serokomarê Rûsiyê  bal kişand  ser danûstendinên Îran û Rûsiyê li warên aborî, zanist û teknolojiyê, nift û enerjiyê, transport û hevkariyên aştiyane yên navokî  û destnîşan kir: Her du welatan di warê hevkariyên dualî û beernameyên mîna wek BRICS, Şanghay û Yekîtiya Ûrasisyayê  hevkariyên berfireh hene

Serokomarê Rûsiyê pêşxistina Korîdora Bakur-Başûr ji projeyên girîng ên Rûsya û Îranê nirxand û got: Moskova dixweze di warên curbicur de bi Têhranê re hevkariyê bike û çavlirêyê sefera Serokkomarê Îranê  Pizişkiyan bo Moskovê û wajokirina rêketinên stratejîk e.

Ehmediyan jî  li vê hevdîtinê got: Stratejiya pêşxistina peywendiyên dualî yên Komara Îslamî ya Îranê û Rûsiyê dê berdewam be.

Serepeyv