Îlon 01, 2024 18:53 Asia/Tehran
  • Îslamî: Radiyodermanên îranî bo 5 pehnavên cîhanê tên şandin

Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê ji hinardekirina radiyodermanên ku li nav welêt hatine berhemanîn bo 5 welatan agahî da.

Mihemed Îslamî, serokê Saziya enerjiya Atomê ya Îranê, di bernameyeka televîzyonî da bal kişand ser celebên bikaranîna teknolojiya navokî ji wan berhemanîna radiyodermanan û got: Radiyodermanên ku li Îranê tên berhemanîn bo 5 parzemînên cîhanê tên şandin ji bilî viya derfet ji bo zêdekirina hinardekirinê jî heye.Îslamî herwiha got, jordaçûna hûrbîniyê li dezgehên radiyodermanên ji bo naskirina nexweşiyan û bandora van dermanan û mayindekirina zirûfên berhemanînê ji armancên di warê hinardekirina wan radiyodermanan in ku li Îranê berhem tên.Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê amajeyî vê yekî kir ku nêzî 20 celebên radiyodermanan di qonaxa lêkolînê da ne û destnîşan kir, Îran di warê berhemanîna hin radiyodermanan de ku nika beşek ji berhemên Saziya Enerjiya Atomê ya welêt tê hesêb, di pileya duyemîn û sêyemîn a cîhanê da ye û Îran wekî yek ji welatên binavbang di vî warî da ji bo berhemanîna her cure radiyodermanan e.Îro rojê sedî 99`ê hewcetiya Îranê bi dermanan li nav welêt tê berhemanîn ku di rêya xwe têraxwekirin û girêdaiyênebûnê da, pêngaveka girîng tê hesêb.

Serepeyv