Tebax 26, 2024 19:35 Asia/Tehran
  • Îran: Derbasbûna demê ne ser xêra Rejîma Sîyonîst û piştgirên wê ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê got: Tevî piştgirîyên giştalî yên piştgirên rejîma Israyîlê ji wan Amerîkayê, ev rejîma heta nikare dem û cîyê êrişa Bereya Berxwedanê pêşbînî bike û şîyana xwe ya pêşîlêgirtinê hibmerî operasyoneke bisînor û kontrolbûyî ya wê bereyê ji dest daye.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê li rûpela xwe ya X`ê bal kişand ser peyama pîrozbahîyê ya Tevgera hemasê ji ber bersiva taybet a Hizbullahê ya bi êrişa ser çend armancên zef girîng û istiratejîk li kûratîya Rejîma Sîyonîst û nivîsî: Bersiva teqil a Hizbullahê selimand ku cinayetên dijmin bêbersiv namînin.

Kenanî herwiha got: Tevgera CIhada Islamî ya Fiilstînê û Ensarullaha Yemenê jî ji ber operasyona Hizbullahê li kûratîya Erdên Dagirbûyî yên Fiilstînê pîrozbayî li Hizbullahê kirin û Ensarullaha Yemenê ragihandîye ku bersiva hêzên çekdar ên Yemenê hibmerî destdirêjîya Rejîma Sîyonîst ser şarê Hudeydê jî di rê da ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê herwiha bal kişand ser vê yekê ku renge Rejîma Sîyonîst bikaribe hinek rastîyên têkildarî operasyona Hizbullahê ya di roja erbeînê da veşêre, bixalifîne yan sansor bike, lê baş dizane ku rastîyên heyî naguherin û nivîsî: Hevsengîyên istiratejîk ser zîyana rejîma sexte ya sîyonîst bi awayekî bingehîn guherîne û efsaneya têknaçebûna artêşa vê rejîmê jî durişm û efsaneyeke vik û vala ye. 

Serepeyv