Hevdîtina Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karên Derve yê Îranê
Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê îro li Têhranê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê ra hevdîtin pêk anî.
Mihemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî Serokwezîr ûWezîrê Karên Derve yê Qeterê ku bi merema hevdîtin û gotûbêja digel rayedarên Îranê seredana Têhranê kirîye, piştî nîvro bi Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
Biryar e ku Wezîrê Karên Derve yê Qeterê bi Mesûd Pêzêşkîyan Serokomarê Îranê ra jî hevdîtin û gotûbêjê pêk bîne.
Balyozê berê yê Îranê li Duhê berî vîya ragihandibû ku Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê yê li Têhranê hevdîtinên girîng digel rayedarên welatê me pêk bîne.
Hemîd Dêhqanî Balyozê berê yê Îranê li Qeterê şeva buhurî li şebekeyeke civakî nivîsî: Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê yê di vê seredanê da basa peywendîyên dualî û Xezzeyê bike.