Civîna 4`an a hilkolandina hêjatiya wezîrên pêşniyarkirî yên kabîneya Pêzêşkiyan
Civîna çaran a hilkolandina hêjatiya wezîrên pêşniyarkirî yên hikûmeta Pêzêşkiyan li Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê hat lidarxistin.
Parlimanterên Meclisa Îranê di civîna sibeha îro da hêjatiya hucetulislam Îsmaîl Xetîb, wezîrê pêşniyarkirî ji bo wezareta itilaatê û Ebdulnasir Himetî, wezîrê pêşniyarkirî ji bo wezareta daraiyê hilkolandin.Di civîna piştî nivro da jî parlimanteran bername û hêjatiya Seyîd Ebas Iraqçî, wezîrê pêşniyarkirî yê Pêzêşkiyan ji bo wezareta karên derve hilkolandin. Seyîd Ebas Iraqçî, wezîrê pêşniyarkirî yê Pêzêşkiyan ji bo wezareta karên derve di civîna hilkolandina hêjatiya xwe û bernameyên xwe da got, li gorî min wezareta karên derve eniyek e ku divê têde bi can û dil berevaniya ewlehî û berjewendiyên vî gelî bikim û li hember zêdexweziyên dijminên ku hertim serxwebûn û seadeta vî welatî kirin hedef yan dikin hedef, bisekinim.Di civîna îro da hem parlimanterên ku piştgîrî dane namzetên pêşniyarkirî yên Pêzêşkiyan û hem jî parlimanterên neyar, nihêrînên xwe raber kirin.