Pizişkiyan: Pîvanên newekhev û bi dûrûtî yên Amerîkayê bûye sedema hovîtî û serhişkiya Rejîma Siyonîst
Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Pîvanên dualî yên Amerîka û hin welatên rojavayî, Rejîma Siyonîstî di warê teror û cinayetên hovane li zîvala Xezeyê û herwiha li welatên navçê jî hartir û serhişktir kir.
Mesûd Pizişkiya, Serokê Komara Islamî ya Îranê li peywendiya telefonî digel Şaerl Mîşêl serokê Konseya Ewropayê, tekezî seristqrara pergala çend cemseriyê li cîhanê, siyaset û kiryarên Emerîkayê di warê zexta ser welatên mîna Komara Îslamî ya Îranê û hewla jibo bêparkirina wan ji hemû maf û berjewendiyên xwe wek hewldana Amerîkayê ji bo girtina pêşiya istiqrara pergala nû ya cîhanî û yek ji astengên li pêşiya bidestxistina aramî û aştiyê li cîhanê da zanîn.
Pizişkiyan her wiha wek berteka hember daxwaza Serokê Konseya Ewropayê ji bo destpêkirina hevdîtinên derbarê rêketinama navokî, hebûna baweriyê û dabînkirina berjewendiyên hevpar wek bingehê vê rêketinê nirxand û got ku eger her du alî hemû sozên xwe pêk bînin û bawerî pêk were, ji bilî vejiyandina rêketina Navokî, em dikarin derbarê mijarên din ên di navbera her du aliyan jî gotûbêjê bikin.
Şarl Mîşêl jî hêvîdariya xwe jibo destpêkirina pêwendiya bi bandor di navbera Îran û Yekîtiya Ewropayê de li ser bingeha dabînkirina berjewendiyên dualî û rakirina astengên li pêşiya têkeliyên berfirehtir di navbera her du aliyan de da diyar kirin û ser daxwaza welatên ewropî ji bo jordebirina asta peywendiyên digel Îranê teqez kir.