Sekreterê Konseya Ewlehîya Netewî ya Ûrsêtê li Têhranê ye
Sekreterê Konseya Ewlehîya Ûrsêtê îro li gorî planê bi armanca hilkolandina peywendîyên dualî û alûgurên navçeyî û navnetewî gihîşt Têhranê.
Sergey Şoygo Sekreterê Konseya Ewlehîya Ûrsêtê yê li Têhranê bi Elî- Ekber Ehmedîyan Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî û generalê pasdar Mihemed Baqirî Serokerkanê hêzên çekdar ê Îranê gotûbêjê bike.
Medyayên Ûrsêtê ragihandin ku Şoygo yê di vê seredanê da bi Mesûd Pêzêşkîyan serokê Komara Islamî ya Îranê ra jî hevdîtinê pêk bîne.
Li gorî ragihandina Konseya Ewlehîyê ya Ûrsêtê, di muzakireyên di navbera Sekreterê Konseya Ewlehîya Netewî ya Ûrsêtê û rayedarên îranî da yê gellek babetên hevkarîyên dualî, xurtkirina wan ji waeê emn îbigire bigire heta projên ticarî û aborî û herwiha ber u layên curbicur ên ewlehîya cîhanî û navçeyê bên hilkolandin.