Serdar Selamî: Bila sîyonîst çaverêyê tolistandina tund a Bereya Berxwedanê bin
Serdar Selamî di peyamekê da ji ber şehîdbûna fermande Ebû Muhsin Fuad Şukur sersaxî da Sersekreterê Hizbullaha Libnanê û ragihand: Dijminê umeta islamê nemaze koma cinayetker û terorîst a sîyonîst divê çaverêyê hêrsa pîroz û tilhilanîna tund û giran û bêveger a Bereya berxwedana Islamî û hilanîna xwînê ji hêla wê bereyê va bin.
Serdarê serleşkerê pasdar Hisên Selamî di vê peyamê da herwiha nivîsî: Ez ji ber şehîdbûna tijî xêr a serdarê wêrek ê Bereya berxwedanê şehîdê Qudsê Ebû Muhsin Fuad Şukur û şehîdên xweşdivî yên digel wî da ku di encama cinayeta vê dawîyê ya Rejîma Sîyonîst li Zahîyeya Bêrûtê şehîîd bûn, sersaxîyê didim cenabê te wek pêşengê têkoşer û şehîdên serfiraz ên Bereya Berxwedanê.
Selamî herwiha nivîsî: Bê guman şehîdê xweşdivî Hecî Muhsin semboleke şehîdên tevgera pîroz a Hizbullaha Libnanê mizginîya serketina mezin a bereya heqîyê ye û dijminên umeta islamê nemaze koma têkder, cinayetker û terorîst a sîyonîst û kujerên jin, zarok û mêrên mezlûm ên Xezzeyê û piştgirên wan divê çaverêyê hêrsa pîroz ûtolistandina giran û bêveger a têkoşerên bawermend, bibiryar û bivîn ên alîyên Bereya Berxwedana Islamî bin.