Tîrmeh 31, 2024 17:33 Asia/Tehran
  • Wezareta karên derve ya Îranê: Terora Îsmaîl Heniye  gefek dijî ewlehiya herêmê û cîhanê ye

Wezareta karên derve ya Îranê got: şehîdkirina Îsmaîl Heniye ne tenê binpêkirineke cidî ya prensîb û rêgezên hiqûqa navneteweyî û peymana NY ye, belkî metirsiyeke mezin e dijî ser aştî û ewlehiya navçeyî û navneteweyî.

Wezareta karên derve ya Îranê di vê daxûyaniyê de  pêgirî  li ser berpirsiyariya dewleta Amerîkayê wek piştgir  û şirîkê Rejîma Siyonîst li dewama dagîrkerî û jînosaydda filistîniyan li pêkanîna vê kiryara hovane ya terorîstî kir.

 Di vê daxûyaniyê de hatiye: Komara Îslamî ya Îranê bi tundî kiryara cinayetkarane ya Rejîma Siyonîst a şehîdkirina  mucahidê bêwestan  Îsmaîl Heniye şermezar dike û çaverê ye ku rêxistinên navneteweyî  bona piştgiriya ji mafên rewa yên gelê Filistînê bikevin dewrê û Îsraîlê di dadgehên navneteweyî de  bidin dariznadin.

Serepeyv