Pêşwaziya Îranê ji hevhatina ku li Yemenê pêk hatiye
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara îslamiya Îranê, pêşwaziya daxuyaniya Girandbêrg, nûnerê sersekreterê NY li karûbarên Yemenê li ser hevhatina ku li Yemenê bona ji nûve destpêkirina firrînan ji balafirgeha Senayê û çareserkirina pirsgirêkên pereyî û bankî li gişt vî welatî kir.
Nasir Kenanî îro Pêncşemiyê pêgîrî kir: Komara Îslamiya Îranê her cure hevhatinekê ku bibe sedema kêmbûna zextên aborî û ji holêrabûna dorpêça hewayî, deryayî û bejahî ji ser Yemenê, ser xêra xelkê Yemenê dizane û ewê sedema istiqrar û aramiya li vî welatî dizane.Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha amajeyî siyaseta isûlî ya Komara Îslamiya Îranê ya li ser çareserkirina qeyranên navçeyî bi rêya gotûbêjê kir û hêvîdariya xwe diyar kir ku her çi zûtir em bibin şahidê wajokirina hevhatina aştiya mayinde li Yemenê.Hans Girandbêrg di daxuyaniyekî da basa hevhatina hikûmeta îstîfakirî ya Yemenê û hûsiyan li bara girtina ber xwe ya hin tedbîran têkildarî sîstima bankê û geştên esmanî kir. Anegorî hevhatina ku pêk hatiye, wê sê firrîn di hefteyekî da di navbera Sena û Urdinê hebin.