Tîrmeh 17, 2024 10:15 Asia/Tehran
  • Baqirî di hevdîtina ligel Lavrov de: Êrişên Israîlê çavkaniya gurbûna nakokiya li navçê ye

Elî Baqirî, Sergêrê Wezareta karên Derve ya Îranê li hevdîtina digel Sergey Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê, ser pêwîstiya girtina pêşiya dewama cinayet û êrişên siyonîstan li dijî gelê mezlûm ê Xezeyê di zûtirîn dem de teqez kir û got: xemsariya li himber vê mijarê û berfirehbûna êrişên rejîmê dibin sedema guurbûa nakokî û qeyrana navçê.

 Elî Baqirî, Sergêrê Wezareta karên Derve ya  Îranê û Sergey Lavrov  Wezîrê karên Derve yê  Rûsiyê, êvara sêşemê li  gor dema herêmê li avahiya  NY li New Yorkê bi hev re civiyan û  derbarê rewşa dawî ya hevkariyên dualî û mijarên herêmî gotûbêj kirin.

Baqirî bal kişand  ser pêşkertinên vê dawiyê yên hevkariyên dualî yên Komara Îslamî ya Îranê û Federasyona Rûsiyê û demajoya  pêşdeçûna peywendiyên dualî di riya rast de nirxand û hêvî kir ku pêvajoya  karûbarên qanûnî yên  yekalîkirina  belgeyên girîng di rojeva hevkariyên dualî bi taybetî rêketinama hevkarîya stratejîk ya giştalî û lihevhatinên hevkariyê yên di navbera her du alîyan  bi taybetî bikaranîna  zirûfa Komara Îslamî ay Îranê di warê tranzîtê de bi zûtirîn dem  bighêje encamê. 

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê jî cardinê lidarxistina  serkevtî ya hilbijartinên serokomariyê li Îranê  pîroz kir û kêfxweşiya xwe ji pêvajoya hevkariyên dualî ad diyar kirin û got ku rêberên  Rûsiyê jibo  pêşdebirina mijarên di rojevê de bi Îranê re hewl didin.

 

Serepeyv