Mesûd Pizişkiyan: Xalên hevbeş di navbera her du gel û welatên Îran û Yemenê dîrokî û kûr in
Serokomarê bijartî yê gelê Îranê got: Xalên hevbeş di navbera du gelû welatên Komara Îslamî ya Îranê û Yemenê dîrokî û kûr in û hikûmeta 14`an dê ser bingeha van xalên hevbeş li pey geşepêdana giştalî ya peywendiyan be.
Mesûd Pizişkiyan,Serokomarê bijartî yê Îranê êvara Yekşemê li bersiva peywendiya telefonê ya serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê,pesna biryara wêrekane ya rêberên Yemenê ji bo piştgiriya ji mafên gelê mezlûm yê Filistînê da û got: Çawa ku nifşên paşerojê dê lomeya bêhelwêstiya hin dewletan li hember gelê Filistînê bikin dê piştevaniya gelê Yemenê ji filistîniyan dê her dem wek gewherek bibiriqe û were dîtin.
Serokomarê bijartî yê Îranê her wiha bingeha hemû bûyerên tal û diltezîn li navça rojavaya Asyayê siyasetên wêranker ên rojava û hebûna Rejîma Siyonîst zanî.
Mehdî El-Meşat serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê di vê pêwendiya telefonî de got: Serkeftina gelê Îranê serketina hemû netewên mezlûm û istûxwarên cîhanê û tevgera berxwedanê ye.