Tîrmeh 09, 2024 20:03 Asia/Tehran
  • Gotûbêja bi rêya telefonê ya Pizişkiyan û Pûtîn li ser peywendiyên Têhran û Moskowayê

Serokomarê Rûsiyê di axiftina bi rêya telefonê bi Mesûd Pizişkiyan, serokomarê bijartî yê xelkê Îranê re li ser berfirehkirina peywendiyên di navbera Têhran û Moskowayê da, gotûbêj kir.

Vilademîr Pûtîn di vê gotûbêja bi rêya telefonê da careka din vê serkevtinê li Pizişkiyan pîroz kir û di berpirsyariya wî ya serokomartiya Îranê da ji bo wî hêviya serkevtinê xwest.Her du aliyan li vê axiftina bi rêya telefonê da bi diyarkirina kêfxweşiya xwe ji ber asta jorîn a peywendiyên baş ên cînartiyê yên di navbera Îran û Rûsiyê da, amadetiya xwe ji bo hevkariya nêzîk a ji bo geşkirina zêdetir a hevkariyaên dualî yên kêrhatî di warê curbicur da, piştrast kirin. Pûtîn û Pizişkiyan herwiha li ser bernameya peywendiyên tê yên di xebatê da yên îsal, li hev kirin.Rûsiye ku di sala 2024`an da serokê dewrê yê Birîksê ye, wê 22 heta 24`ê Cotmeha îsal li bajarê Kazanê bibe mazûvanê Civîna Serokan a KOma Birîksê ji wan Îranê.

Serepeyv