Hezîran 23, 2024 21:47 Asia/Tehran
  • Dawîn rewşa rojnamevanê desteserkirî yê îranî li Fransayê

Serokê Beşa Karên Navnetewî ya Dezgeha Dadwerîyê ya Îranê got: Beşîr bê-azar bi awayekê bêsûc li Fransayê hatîye desteserkirin.

Kazim Xerîbabadî Serokê Beşa Karên Navnetewî ya Dezgeha Dadwerîyê ya Îranê got: Ji bo azadkirina Beşîr Bê-azar em bi awayekî berdewam bi rayedarên Fransayê ra di nav têkilîyê da ne û em pêgirîyê dikin ku ew zûka divê bê azadkirin.Rayedarên Fransayê ji birêz Bê-azar ra gotine ku ew divê di nav 28 rojan da ji wî welatî bê derxistin û bi rastî ev yek nayê femkirin ku çima ew divê heta roja dawîyê bi awayê desteserkirî be.Serokê Beşa Karên navnetewî ya Dezgeha Dadwerîyê ya Îranê herwiha got: Em bi rêya Wezareta Karên Derve bi awayekî berdewam bi rayedarên fransî ra di nav têkilîyê da ne û me pêgirî kir ku ew divê zûka were azadkirin.

Serepeyv