Teqeziya Rêberê giranqedr ê inqilabê ser çareserkirina pirsgirêkên xelkê li ser bingeha dadperweriyê
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî çareserkirina pirsgirêk û kêşeyên xelkê li ser bingeha dadperweriyê û derbasnebûna ji xeta sor ya qanûnê ji erkên sereke yên sîstema dadweriyê da zanîn.
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî, roja şemiyê li hevdîtina bi rayedarên dezgeha dadweriya Îranê, çareserkirina kêşe û nakokiyên xelkê li ser bingeha dadperweriyê û derbasnekirinakirina xeta sor ya qanûnê ji erkên sereke yên qanûnê da zanîn û got:Erka herî girîng a sîstema dadweriyê ew e ku edaletê bi wêrektî û bêyî berçavgirtina eadletê ye.
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bi bal kişan ser vê yekê ku di Qur'anê û çavkaniyên din ên îslamî de ser meseleyeke wekî edaletê pirtir hatiye teqezkirin û wêrektirê wek pêwîstiya edaetê da zanîn û got:
Divê dadger li gor qanûnên navxweyî tevbigerin û ne çavkaniyên mafên mirovan ên rojavayî.
Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha bal kişande ser nêzîkbûna dewra 14`an a hilbijartinên serokomariya Îranê û di şîreteke girîng de ji bo berbijarên hilbijartinên serokomariyê, bal kişand ser vê yekê ku gotûbêj û gengeşeyên namzedan li televizyonê yan jî gotinên wan ên din, nebe baîs ku berbijarek jibo işkestdana hevrikê xwe gotinekê bike ku dilê dijminan li me şad bike.