Rêberê Şoreşa Islamî: Meclis divê hêwirker be û banga hevdilîyê li welêt bide
Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî bi boneya destpêbûna karê dewra danzdan a meclisa şêwra islamî di peyamekê da got ku meclis divê hêwirker be û banga hevdilîyê li welêt bide.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî di dewama peyama xwe da got: Nika ku dewra danzdan a meclisa şêwra islamî wekî hertim di dema dîyarkirî da û bêyî derengî dest pê dibe, xeşîmbûna xwe hibmerî Xwedayê xweşdivî û dilovan nîşan didin û ji ber berdewambûn û qahîmbûna serdestîya gelanî ya dînî ku xelateke mezin ji hêla Xwedê va bo gelê Îranê ye, sipasîyê dikin.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî di beşeke peyama xwe da jî got: Her dewreek nû ya meclisê dikare nûreke nû di panoramaya welêt da vêxe û hêvî û morala gel zêde û xurt bike. Pêkhateya meclisê yanî parlimanterên pirr-enerjî û bijartîyên xwedî-ezmûn bi hev ra vê peyamê digihîne ku meclis ango mala gel bi saya desthilata xwe ya di qanûna bingehîn da û bi pabendbûna li erka xwe ya giran di nav rêxistin û dezgehên birêvebirina welêt da, dê bikaribe birojbûn û karabûnê bi maqûlbûn ûxwedî-ezmûnbûnê ra têkel bike û karê qanûndanînê û çavdêrîyê ji tevlihevî û şûndemayînê dûr ragire.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî herwiah got: Xala ku ez hertim pêgirîyê ser da dikim, ew e ku meclis divê hêwirker, hêvîafirîner û coşînerê vîn û hewlan be û banga hevdilî û biratîyê li welêt bide. Bila rikeberîyên bê feyde yên medyayî û gengeşeyên sîyasî yên bizîyan, dem û emrê kurt ê dewrana erkdarîyê negirin ber xwe, neku potansîyela binirx a amadebûna parlimanteran li vê cîgeha bilind yê berbad bibe û ev xisareek mezin e.