Berdewamiya peyamên hevxemiyê yên serkirde û rayedarên welatên biyanî derbarê şehîdbûna seyd Îbrahîm Reyîsî û hevriyên wî di encama bûyera esmanî de
Zêdetirî 65 serok û rayedarên pilebilind ên welatan, rêxistinên navneteweyî û navçeyî û kesayetiyên naskirî yên navçeyî û cîhanî şehîdbûna Dr.Seyd Ebrahîm Reîsî û hevriyên wî di encama bûyera esmanî de hevxemiya xwe ji hikûmet û gelê Îranê re ragihandin.
Serokkomarên Qirqîzistan, Nîcêr, Gambiya, Senegal, Kazaxistan, Morîtanya, Nîkaragûê, Kuba, Bolîvya, Hindistan, Etiyopya, Bosnî û Herzegovîn, Sirbistan, Brazîlya, Somalî, Polonya, Tûnis, Fîlîpîn û Kinya, her wiha paşayê Bahreynê, mîrê Kuweytê û Rêberê Koreya Bakur, Serokwezîrê Japonyayê, Serokwezîrê Portiqalê Serokwezîrê Bangladeşê, Serokwezîrê Kubayê Mehmûd Ebas, Serokê Teşkîlata Xwerêveber a Filistînê Seyîd Ebdulmelîk Bedir el-Dîn, Serokê Tevgera Ensarullaha Yemenê, Sekreterê Giştî yê NY, Serokê Katolîkên Cîhanê, Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û Sekreterê Giştî yê OPECê ji wan welat û rêxistinên navdewletî ne ku piştî şehîdbûna Dr.Reîsî û hevalên wî di encama ketina helîkopterê de de hevxemiya xwe bi hikûmet û gelê Îranê re ragihandine.Serokên meclîsên Malizya, Tacîkistan, Lubnan, hikûmetên Şîlî, Mekzîka, Brazîlya, Kolombiya û Kuweytê, wezaretxane û wezîrên derve yên Japonya, Nîcer, Bosni û Herzegovîna, Fransa, Polonya, Koreya Başûr, Afrîkaya Başûr, Kuweyt, Lubnan, Belarûs Vênzeula, , Slovakya, Kuweyt, Bengladeş, Kenya, Moldovî, Urdun, Vêzeula, Hindistan, Belarûs, Sûriye û Ermenîstan, Ayetullah Seyîd Elî Sîstanî, Nûrî El Malikî, Serokê Îtilafa dewleta qanûnê ya Iraqê, Sekreterê giştî yê ketayibê Hzbullaha Iraqê, Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî, Qabad Talibanî, berpirsên Herêma Kurdistanê, Mihemed Helbûsî, Serokê berê yê Parlemana Iraqê, Îmran Xan Serokwezîrê berê yê Pakistanê û Ehmed Mesûd Serokê Eniya Berxwedana neteweyîya Efxanistanê û Mezlûm Ebdî fermandarê HSDê jî peyam şandin û hevxemiya xwe ji bo şehadeta serokkomar û wezîrê karên derve û hevalên wan nîşan dane.