May 20, 2024 16:43 Asia/Tehran
  • Peyama sersaxiyê ya rêberê inqilabê û ragihandina 5 rojan şîna giştî piştî şehîdbûna serokê Komara îslamî ya Îranê şanda pê re/Muxbir bi fermana rêberê inqilabê bû rêveberê desthilata kargêriyê

Hezretê ayetulah Xamineyî di peyamekê de bi boneya şehadeta Hocet-ul-Îslam welmuslimîn Seyda Îbrahîm Reîsî, serokê komara îslamî yê Îranê, Dr. Emîr Ebdullahiyan, wezîrê karên derve, Hocetul-Îslam welmuslimîn Alê Haşim, Nûnerê rêberê giranqedr li Azerbaycana Rojhilatî, Dr.Rehmetî parêzgarê Azerbaycana Rojhilat û rêhevalên wan ên hêja di encama jordeketina helîkopterê de hevxemiya xwe da diyar kirin

Naveroka peyama sersaxiyê ya Rêberê Înqilaba Îslamî wiha ye:

bi navê Xwedê

Înna Lîllah û Înna Îleyhê Raciûn

Bi keser û xemgîniyeke zêde min nûçeya  şehadeta alimê Mucahîd, serokkomarê gelanî , têkoşer û  pispor, Xadim El-Reza(s) Hucet ul-Îslam welmuslimîn,  Ayetullah Reyîsî, Rêzdar Hac Seyîd Îbrahîm Reîsî û  hevriyê wî yên hêja wergirt.

Bûyera diltezîn di dema xizmetguzariyê de qewimî; Tevahiya heyama berpirsyariya vî mirovê hêja û fîdakar çi di heyama kurt a serokkomartiyê de û çi jî beriya wê,yekser bi  hewlên bê rawestan di xizmeta gel, welat û Îslamê de derbas bû.

Reîsiyê ezîz westiyayî nas nedikir. Di vê bûyera diltezîn de, gelê Îranê xizmetkarekî sadiq û hêja  û bilindqedr ji dest da. Ji bo wî mesilhet û razîbûna xelkê, ku razîbûna Xwedê nîşan dide, pêş her tiştî giring bû , lewra acizbûna wî ji nanserçokî  û tiniştokên hinek kesên çavnebar, rê li ber yhewildanên wî yên bi şev û roj bo pêşketinê nedigirt.

Di vê bûyera giran de, kesayetiyên binavûdeng ên wekî Hucet ul-Islam Al Haşim, Pêşnimêjê Tewrêzê, birêz Emir Ebdullahiyan, wezîrê derve yê çalak û têkoşer, birêz Malik Rehmetî, parêzgarê inqilabî û dîndar yê Azerbaycana Rojhilat û tîma geşta esmanî û rêhevalên din çûn ber rehma xwedê û şehîd bûn.

Ez pênc rojan şîna giştî radigihînim û sersaxiyê ji gelê hêja yê Îranê re dixwazim. Li gor maddeya 131 a destûra bingehîn, birêz Muxbir di posta rêveberiya desthilata kargêr de cih digre û ew erkdar dibe ku li gel serokên  Teşkîlatên Qanûndanînê û Dadweriyê tidbîrekê bikin ku herî zêde di heyama pêncî rojan de serokkomarê nû bê hilbijartin.

Di dawiyê de ji dil sersaxiyên xwe pêşkêşî dayîka giranqedr a birêz Rêyîsî û hevjîna wî ya fazil û malbata  serokkomar û malbatên  hêja yên şehîdên vê bûyerê bi taybetî bavê hêja yê  birêz Alê Haşim dikim û  ji xwedê teala daxwaza sebir û teseliya  bo malbatên wan û rehmetê bo  ji bo miriyan dikim.

 

Serepeyv