Peymana hinartina gaza Îranê bo Iraqê hat dirêjkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i347315-peymana_hinartina_gaza_Îranê_bo_iraqê_hat_dirêjkirin
Peymana hinartina gaza Îranê bo Iraqê hetanî 5 salên din jî hat dirêjkirin.
(last modified 2024-03-28T00:58:14+00:00 )
Adar 28, 2024 04:26 Asia/Tehran
  • Peymana hinartina gaza Îranê bo Iraqê hat dirêjkirin

Peymana hinartina gaza Îranê bo Iraqê hetanî 5 salên din jî hat dirêjkirin.

 

Mecîd Çegenî di warê gazê de jî pêştir daxwaza Iraqê ji bo berfirehkirina peywendiyên gazê bi Îranê re agahî dabû û gotibû ku  niha  her du welatan di warê enerjiyê de peywendiyên di asteke bilind hene û berpirsên her du aliyan pir hez dikin wan peywendiyan xurttir bikin.Alîkarê wezîrê nift û gazê yê Îranê diyar kir ku ev çend sal in beşeke girîng ji enerjiya Iraqê ji aliyê Îranê ve tê dabînkirin û destnîşan kir: Peymana firotina gazê ji bo hêzgehên parêzgeha Bexdayê waye diçe ku dawî bibe û aliyê iraqî bi micidî  lê digere ku wê dirlêj bike.Rêvebirê Şirketa Neteweyî ya Gazê ya Îranê her wiha got, bi erêkirina Wezîrê Niftê  û ji ber pêwîstiya Iraqê bi gazê, biryar hat dayîn piştî muzakireyan û rêkeftinên dualî peymana firotina gazê bo hêzgehên Bexdayê bê dirêjkirin.