Reyîsî: Îran îro pêşketî ye û teknolojik e
Adar 09, 2024 09:40 Asia/Tehran
Serokê Komara Islamî ya Îranê, Îrana Îslamî ya îroyîn pêşketî û teknolojîk da zanîn.
Seyîd Îbrahîm Reyîsî got: Îro li parzêgeha Xûzistanê em bûne şehedê destpêkirina pirojeyên girîng ên aborî ku bi saya destên pispor,karnasan û şêwirmend û karlerên navxweyî Îranê hatine cih anîn.
Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Li Îranê,2 milyon ton hesinê lûf û nerim tê berhemanîn û Îrana Îslamî di vî warî de pileya yekem ya navçeyê û pileya duyem di cîhanê de heye û ev jî şanaziyeke mezin e.
Reîsî amajeyî destpêbûna xebata fermî ya meydanên niftê yên Cefir û Sêpêhr li rojavayê Karonê kir û got:
Ev meydanên niftê bi hevkarî û sermayeguzariya bankên Îranê hatine çêkirin û ev asermayeguzariya herî baş e ku divê hîna zêdetir were berfirehkirin.