Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê: Hejmarek ji sebebkarên teqînên terorîstî yên li Kirmanê hatin desteserkirin
Wezîrê karên Navxwe yê Îranê ragihand, hejmarek ji sebebkarên teqînên li Kermanê, hatine girtin.
Ehmed Wehîdî derbarê lêkolînên ku bona naskirina sebebkarên teqînên terorîstî yên li Kirmanê hatine encamdan got: Bi şiyanên dezgehên îtileatî yên Îranê, nîşaneyên gelek baş hatin dîtin û beşek ji wan kesên ku di vê bûyera terorîstî de dest hebûn hatin girtin ku dê bi zûtirkê ji aliyê dezgehên îtiletatî yên Îranî ve ew kes bên nasandin.
Wezîrê Navxwe yê Îranê diyar kir ku niha her tişt kontrola dezgehên îtileatê de ye û got: Emê li himber liv û tevgerên terorîstî yên ku ji aliyê rejîmên terorîst ve tên piştevanîkirin, bi micidî û lezgînî rawestin.
Cîgirê Wezîrê Karên Navxwe yê welatê di beşa karûbarên ewlehiyê de her wiha got:
Di bûyera terorîstî ya Kirmanê de, leşkerên nenas ên Îmam Zeman li 5 bajar û 5 parêzgehan kesên curbcur desteser kirine ku ew kes pêwendiya wan bi vê bûyerê re hebûye.
Di encama êrişa terorîstî ser merasima salvegera şehadeta Serdar Silêmanî li Kirmanê de de 89 kes şehîd bûn.