Reîsî: Teror dê yekîtî, ewlehî û stratejiya neteweya Îranê de têk nede
Seyîd Îbrahîm Reîsî,Serokê Komara Îslamî ya Îranê li peywendiyeke telefonî bi serokomarê Tirkiyê re got: Dijminên gelê Îranê wer dzanin ku bi rêya terorê dikarin bigihin armancên xwe yên ne-rewa, lê gelê Îranê selmaniye ku ev cinayet nikarin di hevgirtin, ewlehî û stratejiya wê denakokiyan derxînin.
Seyîd Îbrahîm Reyîsî li peywendiya telefonî bi Berceb Teyib Erdogan re , tevî sipasiya ji wî ji ber hevxemiya wan li hember gelê Îranê piştî êrişa terorîstî ya li ser Golzara Şehîdan a li Kirmanê, got: Ev bûyera terorîstî di salrojê de û li nêzîkî tirba şehîdekî de qewimiye ku wek lehengê şerê li dijî terorîzm û tundûtûjiyê li herêmê tê naskirin.Reîsî destnîşan kir: Pêşeroj ya gelê Filistînê ye û cinayetên siyonîstan dê encama we tinebin. Hêvîdar im bi hevkarî, hemahengî û rawêjkariyên Îranê bi welatên din re, maşîna cengê ya Rejîma Siyonîst zûtirkê were rawestandin û xelkê Xezeyê ji karesata niha rizgar bibin.
Di vê pêwendiya telefonî de, Serokomarê Tirkiyê herwiha amaje bi şandina peyameke nivîskî ya sersaxiyê ji Serokomar, hikûmet û gelê Îranê kir û êrişa terorîstî ya li ser tazîdarên salvegera şehadeta Serdar Silêmanî şermezar kir û got ku ev êrîşa hanê careke din eşkere pêwîstiya tekoşîna cidî li hember her cure şiklên terorîzmê nîşan da û Tirkiye jî di şerê dijî her cure şiklên terorîzmê de li kêleka Komara Îslamî ya Îranê de ye.Wî got: Êş û azara gelê Îranê êş û azara gelê Tirkiyê ye û ji dil û can sersaxiyê dibêjim we û gelê bira û dost yê Îranê dikim û ji bo şehîdên vê bûyerê sersaxiyê û ji birîndaran re jî silametiyê dixwazim.