Dawîn alûgurên Filistînê mijara gotûbêja Emîr Ebdullahiyan bi Îsmaîl Heniye û Ziyad Nexale re
Husêyn Emîrabdollahiyan wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja telefonî y bi Îsmaîl Heniye serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê û Ziyad Nexale sekreterê giştî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê re dawîn alûgurên Filistînê hilkolandin.
Husêyn Emîrabdollahiyan li peywendiyeke telefonî bi Îsmaîl Heniye, Serokê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, ew derbarê kiryar û tevgerên dîplomatîk ên herî dawî yên welatên îslamî û erebî û Komara Îslamî ya Îranê li qada navneteweyî ji bo piştevaniyê gelê Filistînê û mehkûmkirina cinayetên cengê yên Rejîma Siyonîst û rawestandina cinayetan, bi awayekî hovane welatiyên li Xeze û rexê Rojava agehdar kirin.
Îsmaîl Heniye serokê mekteba siyasî ya tevgera HAMAS`ê jî spasiya helwestên Îranê di warê piştgiriya ji gelê Filistînê û hewldanên dîplomatîk ên berfireh ên Îranê li qada navçeyî û navneteweyî ji bo bidawîanîna cinayetên siyonîstan li dijî gelê Filistînê sipasî kir û, rewşa Xezeyê di bin sîbera dewama cinayetan û kuştina sivîlan ji aliyê dewleta Filistînê ji aliyê rejîma Siyonîst ve şrove kirin.Di vê peywendiya telefonî bi Nexalê re Emîr Ebdullahiyan bal kişande ser pêwîstiya karekî lezgîn û bi bandor ji aliyê civaka navneteweyî û saziyên navneteweyî ji bo rawestandina cinayetên cengê yên Rêjîma Siyonîst û Ziyad Nexale jî di vê gotûbêîjê de tevî sipasiya ji helwsta Îanê raporek ji dawîn alûgurên meydanî û amadetiya tam a komn berxwedana Filistînê bona rawestna li ber êrişên hovane yên Rejîam Siyoîst li dijî xelkê bêbereban ê Xezeyê raber kir.