Kanûn 07, 2023 09:54 Asia/Tehran
  • Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê: Nabe Grossî helwesteke nehişmendane nîşan bide

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Mixabin rêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê,qala rêketinên derbarê bernameya navokî dike ku ne di asta berpirsyariya wî de ye.

Bêhrûz Kemalwendî derbarê  axiftinên vê dawiyê yên Rafaêl Grosî, rêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê li bara pêwîstiya îmzakirina Rêketinama 2`ê bi Îranê re, got: Erka rêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê tenê di çarçoveya kiryarên teknîkî de  ye û divê rêvebirê giştî raporên rastîn, dûr ji hestan raber bike.

Kamalondî got: Mixabin rêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê behsa hevhatinên derbarê bernameya navokî ya Îranê kiriye, ku ne li gor bike. 

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê tekez kir: Heta niha ji xeynî Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê, tu kesî li bara Bernama navokî ya  2 neaxiviye û ev helwest seyr û çavrênekirî ye.

Kemalondî her wiha bal kişande ser biryara Îranê ya li venhêrîna li  berdewamiya karê hejmarek ji çavdêrên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê  yên Fransî û Almanî û got: Li gorî xala 9`ê ya Rêketinê, her welatek mafê xwe heye ku  pêşniyarekê bipejirîne na nepejrîne  heta dikare piştî ku pêşniyarek  qebûl kir , wê betal bike.

 

Serepeyv