Mijdar 16, 2023 16:15 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê: T welatek nawêre destdirêjî li Îranê bike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran di pêşeya leşkerî da bêminet bûye û ti welatek nawêre fikra destdirêjiya li vî welatî di serê xwe da derbas bike.

Seyid Îbrahîm Reîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê li nav xelkê bajarê Şehrê-Kurdê li başûrê rojavayê Îranê, hêza Îrana Îslamî ji ber hevrêtî û amadetiya hertimî ya gelli meydanê zanî û got: Hevrêtî û amadebûna gel hêz daye berpirsan û bûye sebeb ku di ragihandina helwêsta aşkira ya Komara Îslamî bêyî ti lalûteyîyê biaxivin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî teqeziya ser vêya ku Îrana bihêz li hemberî pergala serdestîxwaz rawestiyaye, got: Hema wisa ku hebûna pêşeyên leşkerî û hêzên çekdar ji bo welêt hêz û qawetê tînem hêza aborî, zanist û teknolojiyê, xwîna şehîdan û hevrêtiya gel jî hêz û îqtidarê jib o welatê me tîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji zilma ku niha li erdên dagirbûyî derheq gelê bêguneh ê Filistînê jialiyê pergala serdestîxwaz û Rejîma Siyonîst va hatiye sepandin, got: Van rojan hemî gelê Îranê, Ummeta Îslamê û civata mirovahiyê xem û kesera gelê Filistînê dixwin û tevahiya mirovahiyê bi hemî hêza xwe nefret û bêzariya ji pergala serdestîxwaz, amerîkî, Rejîma Siyonîst û piştgirên wan li Rojava û Ewropayê diyar dikin.

Serepeyv