Cenazeyê Daryûş Mêhrcûyî li vîlaya wî ya şexsî li Kerecê hat peydakirin
Cotmeh 15, 2023 09:12 Asia/Tehran
Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîm`ê û li gorî ragihandina polîsê parêzgeha Elborzê, termê Daryûş Mêhrcûyîçend sietan berî niha li vîlaya wî ya şexsî li bajarê Kerecê hat peydakirin
Ji aliyê din ve polîsê parêzgeh Elborzê di vî warî de dest bi lêkolînan kiriye û hin kanalên nûçeyan jî kuştina Mêhrcûyî û hevjîna wî ragihandine.
Serokê Giştî yê Dadweriya parêzgeha Elborzê ragihandiye ku ev cinayeta ku şeva derbasbûyî qewimiye, ji bo civata sînema û çanda Îranê şokeke mezin bû û got: Bi fermana beşa dadweriyê ya welêt xebata jibo naskirin û desteserkirina sebebkarên vê hatiye destpêkirin.