Cotmeh 02, 2023 18:11 Asia/Tehran
  • Kenanî: Pêvajoya dîplomasî û danûstandinan peyaman bi rêyên cûrbecûr didome

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Rêya dîplomasiyê madem ku di tûşa dabînkirina berjwendiyên gelê Îranê be, didome, lê em li benda vê namînin.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di press konferansa xwe da got: Me bi caran gotiye ku pêbendî pêvajoya gotûbêjê ji bo vegeriyana berpirsyarane û sozdarane ya hemî alioyan ji wan Amerîkayê bo Lihevkirinnameya Navokî ne û pêvajoya gotûbêjê pêvajoyeke guncan ji bo vegeriyana hemî aliyan bo vê lihevkirinnameyê dizanin.

Wî got: Hin gotûbêj di vî warî da bi awayê nerasterast bi Amerîkayê ra jî pêk hatin û hin dewletên dost hin dahênerî ji bo lihevnêzikkirina nêrînên aliyan hilêxistin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Em pêbendî vegeriyana bo lihevkirinê ji bo rakirina boykotên zalimane ne û di wê rêyê da hewl didin; di eynî demê da pêvajoya hewldanan ji bo pûçkirin û bêbandorkirina boykotan didomînin û wê rêyê dişopînin.

 

Serepeyv