Emîr Abdolahiyan: Emê xebatên xwe yên ji bo alîkarîkirina agirbesta li Ukraynê bidomînin
Îlon 23, 2023 17:51 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve şandina çekan bo aliyekî şerê li Ukraynê wek alîkariya bo berdewamiya şer da zanîn û got: Îran hewldanên xwe ji bo alîkariya agirbesê û vegerandina aliyan li ser maseya gotûbêjê didomîne
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fars News`ê, Husêyn Emîr Ebdollahiyan wezîrê karên derve yê Îranê di bersiva vexwandina civata Asyayî ku ji hin pispor, balyoz û dîplomatên xanenişînbûyî yên Emerîkayê pêk dihat, beşdar bû û da û bi gotarekê bersiva pirsên wan da.
Emîr Ebdullahiyan li vê hevdîtinê de, hin kêşe û pirsgirêkên navça rojavaya Asyayê, helwêst û nêrîna Komara Îslamî ya Îranê li bara hin pêşhat û dozên qeyranî yên navçê ji wan Filistîn, Efxanistan û Ukraynê şirove kirin.