Serokomarê Îranê: Şer di doktrîna leşkerî ya Îranê de ciheke xwe tine
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Şer di doktrîna leşkerî ya Îranê de cihek xwe tine, lê parastina amadetiya leşkerî bi helwêsta berevanîyê, siyasetek cidî ye.
Seyd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, roja îniyê di rêûresma hêzên çekdar bi boneya Hefteya Berevaniya Pîroz de got: Komara Îslamî modeleke hikimdariyê bi manewiyat û demokrasiyê bi hev ve ye û em dikarin hînî gelên navçeyê bikin ku tişta ku zorê dide dijmin ku paşde vegere, ne teslîbûn, lawazbûn û vekişyan e, belkî berxwedan û rawestan dijmin paşde dide.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Berevajî hêzên çekdar ên biyanî ku hebûna wan pirsgirêk û qeyranan çêdike, hebûna hêzên Îranê li navçe û Kendava Farsê ewlehiyê pêk tîne.
Rayîsî tekez kir: hejmoniya hêzên çekdar û piştevaniya gel bûye sedem ku dijmin behsa êrişên leşkerî neke û ev bijarde ji edebiyata wan hatiye reşkirin.
Serokê Komara Islamî ya Îranê destnîşan kir: Pîlana dijmin ya bona ku Îranê bixin tecrîdê, işkest xwariye û bi hejmonî û rawestana hêzên çekdar û gelê me, plana dijmin ya bêhêvîkirina gel jî bêencam maye.
Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku hêzên çekdar amade ne ku bi hemî welatên navçê re ji bo pêkanîna baweriyê hevkariyê bikin û destên hêzên çekdar ên navçê ji bo paqijkirina navçê û Kendava Farsê ji biyaniyan bi germî digrin da ku ewlehiya navçê bi hêzên navçê dabîn bikin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha diyar kir ku normalkirina peywendiyan bi Rêjîma Siyonîst re bo welatên navçê ewlehiyê çê nake û got: Gelên navçê ji Rêjîma Siyonîst kîn û nefreta wan heye û normalkirina peywendiyan bi vê rejîma dagirker re xencerek e ji bo gelê Filistînê û bereya berxwedanê.
Îro 22ê Îlona 2023an hevgavê e bi salvegera destpêkirina şerê sepandî yê rejîma Beis a Iraqê li dijî Komara Îslamî ya Îranê.
Artêşa dagirker a rejîma Seddam di Îlona 1980’a de, bi vê fikrê ku di dereqa hefteyekê de, dê bikarbe Têhranê feth bike, bi hemû çekên xwe dest bi êrîşeke mezin ser Îranê kir.31 Rezberê di rojhejmêra Îranê de destpêka hefteya Berevaniya Pîroz e û di vê heftiyê de merasîmên curbicur li seranserê Îranê îslamî tên lidarxistin.