Geştên esmanî yên balafirên Îranê ber bi 108 deverên cihanê ve
Tebax 28, 2023 14:57 Asia/Tehran
Serokê Rêxistina Geştên Esmanî ragihand ku firokeyên Îranê ber bi 108 deverên cîhanê ve difirin.
Mihemed Mihemedî Bexş,Serokê Rêxistina Geştên Esmanî got: Ji ber dîplomasiya aktîv, kompaniyên Geştên Esmanî yên Îranê bo 108 cihên navdewletî geştên esmanî cih tînin.
Mihemedî Bexş her wiha got: 29 welatan, geştên asmanî yên rasterast ji Îranê hene û 27 kompaniyên biyanî jî ji Ewropa, Asiya Navîn û Çînê li Îranê xebatê dikin. Serokê Rêxistina Geştên Esmanî her wiha got: Di 20 mehên buhurî de bi 32 welatan re peymanên navdewletî hatine îmzekirin, ku dê hemû geştên hanê bi ewlehî cih tên.