Tebax 18, 2023 16:25 Asia/Tehran
  • Reîsî: Hegera girîng ya bêhêvîbûna dijminan, hebûna hêz û şiyana Sipahê Pasdaran û artêşê ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê hegera girîng a işkesta dijminan, hebûna hêz û qaweta Sipahê Pasdaran û Artêşa Îranê, xelkê hêvîdar, berxwedêr û wêrek û hebûna rêberekî cidî û berxwedêr da zanîn. ​

Seyîd Îbrahîm Reîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, îro Îniyê di 24`emîn Civîna Bilind a Fermande û berpirsên Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî, hebûna Sipahê Pasdaran li navçeyê  berûvajiya  dilnigeraniya ku hêzên biyanî çêdikin, ji bo gelên navçeyê sedema hêvî û ewlehiyê da zanîn û teqez kir:

Hebûna  Sipahê Pasdaran li navçê û pêkanîna hevgirtin û hemahengiyê di navbera hêzên gelanî li Sûriye, Iraq û Efxanistanê  û rawestana li ber DAIŞê nehêla ku terorîzma tekfîrî, gişt Ewrûpayê bigre.

Serokê Komara Islamî ya Îranê li dewamê de bala xwe da ser komplo û fitneyên dijmin û çavnebarên vî welatî bi taybet di 2 salên  derbasbûyî de û amajeyî serhildanên payîza sala 1401`ê  kir û got:  Hegera sereke  ya işkesta dijminan hebûna komeke bihêz, hêvîdar û bawermend bi navê Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî û artêşa Komara Îslamî ya Îranê û xelkê hazir li meydanê ye.

Rayîsî di beşeke din ji axaftinên xwe de amaje bi daxuyaniyên vê dawiyê yên wezîrê derve yê Berîtaniyayê derhe mukirhatian wî  li ser  desthebûna welatê wî di darbeya  28ê Murdadê  de kir û xitabî Wezîrê Karên Derve yê berê yê Inglîzê û rayedarên vî welatî got: Ger di 28`ê Gelawêja 1332`an de Sipahê Pasdarên Şoreşa  Îslamî hebûya, we qet nediwêra xiyaneteke wiha bikin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê teqez kir: Stratejîya nizama  pîroz a Komara Îslamî ya Îranê, pêkanîna hêviyê di nav civakê de ye û stratejiya dijminan jî çêkirina bêhêvîtiyê di nav xelkê de ye.

Serepeyv