Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê: Em tu carî baweriya xwe li Amerîkayê naynin
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê teqez kir: Em tu carî baweriya xwe li Amerîkayê naynin û em ser esasa pêbaweriyê bi Emerîkayê re gotûbêjê nakin.
Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê, îro di civîna rojnamevaniyê ya heftiyê de got: Nêrîna Komara îslamî ya Îranê li hikûmeta Amerîkayê rohn û eşkere ye. Em tu carî ser esasa pêbaweriyê bi Emerîkayê re gotûbêjê nakin.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê fayla dengi ya Robêt Melî, dîplomatê berê yê Amerîkayê û stratejhiya Îranê ya pêşerojê derbarê vê yekê de got: Ev ku wî çi gotiye, berpirsiyariya wê ser istûyê hikûmeta Amerîkayê ye ku meselê zelal bike lê Îran muzakireyên rakirina boykotan li gor berjhewendiyên neteweyî û bona cihanîna mafê xwe dişopîne.
Kennaî teqez kir: Hêzên sor ên Îranê berjewendiyên neteweyî ne û eme amadeyî şopandina gotûbêjan û bi encam gîhandina wê ne.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê teqez kir: Her westa aliyê himber amade be û em piştrast bibin ku aliyê himber pêbendî meselê ye Rêketina navokî dikare bidome û wek tenha aliyê ku bi berpirsiyarî reftar kir em amade ne bo dabînkirina beerjewendiyên neteweyî yên welêt muzakireyan bidomînin.