Feysel Miqdad gihîşte Tehranê
Tîrmeh 30, 2023 19:38 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê ji bo hevdîtin û şêwirîna bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê ra hat Tehranê.
Feysel Miqdad Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê îro (Yekşemî) hevrê digel desteyeke payebilind a siyasî û aborî hat Tehranê.
Li gorî rapora IRAN Press'ê, Feysel Miqdad Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê û taxima pê rea li ser vexwendineke fermî hatin Tehranê da ku digel Hisên Emîr-Ebdullahiyan hevpêşeyê xwe yê îranî û rayedarên din ên payebilind ên Îranê ra hevdîtin bikin.