Hişyariya Berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê bo Emerîkayê
Berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê derbarê her cure kiryar û liv û tevgera li Kendava Farsê hişyarî da Emerîkayê.
Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê di civîna rojnamevaniyê ya îro de derbarê îdiaya şandina balefirên cengê yên Emeîkayê bi mehneya paastina ewlehiya Kendava Farsê got: Rola Emerîkayê li ewlehiya navçeyê tu carî bi aşitî nebûye.
Kenanî he wiha got: Kiryar û liv û tevegrên nû yên Emerîkayê ne kêrhatî ne û dewama kiryarên bi vî rengî bibe sedema hestyariya li kendava Farsê.
Berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê teqez kir: Îran her cure kiryara neqanûnî ku bandorê li ewlehiya navçeyê bike, dişopîne û derbarê her cure liv û tevegra li nêzîkî sînorên xwe hestyar e.
Kenanî bal kişand ser serdestiya Hêzên Çekdar ên Îranê li ewlehiya sînoran û got: Îran mafê xwe bo her cure kiryarên pêwîst parastî dizane.