Îran amadeyî hevkariya bi NY re derbarê Efxanistanê de ye ye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê, derbarê amadetiya Komara Îslamî ya Îranê bo pêşdebirina însiyatîvên navçeyî bi mêhweriyeta NY li mijara Efxaistanê agahî da.
Huseyn Emîr Ebdulahiyan, Wezîrê Karên Derve yê Îranê, tev Firêydûn Sînîrlîoglu, Hewahengkerê taybet ê Sekretereê Giştî yê NY li nirxandina karûbarên Efxanistanê hevdîtin pêk anî û di vê hevdîtinê de, damezrandina hikûmeta giştalî û rawestna li ber terorîzmê li Efxanistanê giring nirxand û ser pêwîsîtiya piştgiriya ji însiyatîvên navçeyî bi taybet çarçoveya welatên cîran bona alîkariay bo çareserkirina pirsgirêkên Exanistanê teqez kir.
Wezîrê karên Derve yê Îranê got: Efxanistanê hewcetî bi rêçareyên demlidest heye û ger civaka navneteweyî bala xwe nede ser pirsgirêkên ewlehiyê yên vî welatî yên di encama liv û etvegrên komên terorîst, dê dûhatên wê yên nerênî pêsîra navçê û cîhanê bigre.
Sînerlîoglû di vê hevdîtinê de tevî diyarkirina kêfxweşûiya xwe ji derfeta gotûbêja bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re, nirxandina xwe derbarê alûgur û rewşa Efxanistanê di warên curbicur ên siyasî û ewlehiyê raber kirin û ser viyana NY bona piştgiriya ji însiyatîvên navçeyî û çarçoveya welatên cîranan bona alîkariya bo pêknaîna dewleta giştalî li vî welatî teqez kir.