Tîrmeh 09, 2023 15:45 Asia/Tehran
  • Kenanî: Waşîngtonê dil heye cenga Ukraynê berdewam û lihevalyayî be

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tekez kir: Biryara Amerîkayê ya şandina bombeyên xûşî bo Ukraynê nîşana vîna Waşîngtonê ji bo domandin û dijwartirkirina cenga Ukraynê ye.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka li hemberî biryara Amerîkayê ji bo şandina bombeyên xûşî bo Ukraynê di rûpela xwe ya mecazî da nivîsî: Ev kiryar nimûneyeke din ji kiryarên alozker ên Amerîkayê û hinardekirina wan çekan e ku bêyî cihêkariyekê alîkriyê didin kuştin û wêrankirina zêdetir.

Li pey ragihandina şandina bombeyê xûşî yên Amerîkayê bo Ukraynê, ev kiryara Waşîngtonê tûşî dijayetî û bertekên navneteweyî bû.

Kalîn Kal Alîkarê karûbarên Siyasî yê Pentagonê bi ragihandina vêya ku Amerîka pakêîta nû ya leşkerî bi bihayê 800 milyon dolarî pêkhatî ji Bombeyê Xûşî dişîne Ukraynê, got: Waşîngton bombeyên xwe yên xûşî yên herî nûjen dide Kiyêvê.

Rayedarên ûris û hin karzan û medyayên rojavayî, cenga Ukraynê wek cenga bi cîgirtî navbera Rûsya û Welatên Rojavayî wesifandine.

 

Serepeyv