Elî Ekber Ehmediyan: Berxwedana Filistînê derbasî qonaxa xurtbûna hizûra li rexê rojavaya çemê Urdinê bûye
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê di hevdîtina bi Serokê Nivîsgeha Siyasî ya Berxwedana Îslamî ya Filistînê, HAMASê teqez kir: Berxwedana Filistînê derbasî qonaxa xurtbûna hizûra li rexê rojavaya çemê Urdinê bûye.
Îsmaîl Heniye, Serokê Nivîsgeha Siyasî ya HAMASê ku bi şandekê re îro gihêşt Têhranê tev Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê hevdîtin û gotûbêj kir.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê di vê hevdîtinê de got: Xurtkirina yekitiya aktorên navçeyî yên berxwedanê, dê derbeya herî giran li diminê siyonîst û alîgirên wê bide.
Elî Ekber Ehmediyan her wiha got: Stratejiya herî kêrhatî bo kutakirina zêdetirî 75 salan dagirkirina Filistînê, berxwedan e.
Di vê hevdîtinê de, Serokê Nivîsgeha Siyasî ya HAMAS'ê jî destxweşiya rola giring û kêrhatî ya Komara îslamî ya Îranê di warê xurtkirina yekitî û hevkariya li cîhana îslamê û komên berxwedana Filistînê kir.