Hevdîtin û rawêjkariya Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bi El-Ereci re
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bi Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê re hevdtin pêk anî her du aliyan derbarê meseleyên dualî û alûgurên navçeyê gotûbêj kirin.
Qasim El-Erecî, Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê îro di sefera Têhranê de bi Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê re hevdîtin pêk anî û her du aliyan derbarê meseleyên dualî bi taybet cihanîna rêketinnmaerya vê dawiyê ya ewlehiyê di navbera her du welatan û her wiha alûgurên herî giring ên navçeyî û navneteweuyî gotûbêjkirin.
Di vê hevdsîtinê de Ehmediyan bal kişand ser vê yekê ku Îranê tim piştgiriya hikûmetekê li Iraqê kiriye ku bi viyana xelkê pêk hatibe û got: Xwesta Komara Îslamî ya Îranê, berfirehkirin û xurtkirina giştalî ya peywendiuyan bi welatên cîran bi taybet welatê dost û bira Iraqê ye û bo cihanîna vê siyasetê em di hemî waran de amadeyî hevkariya dualî û çendalî ne.
Di vê hevdîtinê de Qasim El-Erecî got: Hikûmet û saziya ewlehiya Neteweyî ya Iraqê micid e û amade ye ku mîan berê bi dewama peywendiyên nêzîk û berdewam di hemî waran de bi Komara îslamî ya Îranê re, hevkariyê bike.