Berhemên Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê dikarin bên hinardekirin
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê teqez kir: Berhemên ku li Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê berhem tên, dikarin bên hinardekirin ji ber ku li gor pîvan û pêwîstiyên rojê û li gor daxwaziyên Ajansa Enerjiya Atomê tên dîzaynkirin û berhemanîn.
Rê û risma nimandina du berhemên nû yên Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê di beşa teknolojiyê, îro bi amadebûna Muhemed Îslamî, Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê hat lidarexistin.
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê derbarê vê yekê de got: Di qanûna bûceyê de sermayeguzariya derveyî bo hêzêgehên atomî, hatiye pêşbînî kirin û hinek muzakire jî cih hatine.
Îslamî her wiha got: Îi gor lêkolînan û muzakireyên cihhatî, em hêvî dikin ku bi rêbazên dabînkirina aborî ji aliyekê va û çareserkirina babetên tîkildarî kirîna cereyana navokî, em bikarbin meselê çareser bikin ji ber ku mişterî bo sermayeguzariya derveyî heye.
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê di vê merasimê de teqez kir: Rêxistian Enerjiya Atomê roleke istatejk li welêt heye.