May 04, 2023 16:18 Asia/Tehran
  • Reyîsî teqezî li ser hevgirtina misilmanan ji bo bidestxistina mafên binpêkirî yên filistîniyan kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Misilman divê hemî derfetan ji bo bidestxistina mafên binpêkirî yên Filistînê û azadkirina Qudsa pîroz bi kar bînin.

Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewama bernameyên serdana xwe ya fermî ya durojî bo Sûriyê da, sibeha roja Pêncşemiyê di civînên cuda digel komeke rêber û fermandeyên Berxwedana Îslamî û ramanwerên filsitînî û zanayên Sûriyê da, tevî tekeziya li ser vêya ku meseleya Filistînê û rizgarkirina Qudsê meseleya herî girîng a îro ya Cîhana Îslamê ye ku nabe were jibîrkirin, got: Komara Îslamî ya Îranê mijara Filistînê hertim wek mijara sereke ya siyaseta xwe ya derveyî dişopîne û em bawer in ku hevsengiyên Cîhana Îslamî gişt di bin vê mijarê da tên nasandin û roja îro hatiye selimandin ku Berxwedan tenha rêya sekinîna hemberî Îsraîlê û pêşxistina Cîhana Îslamê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha di hevdîtina komeke zanayên Şamê da tekez kir: Erka ramanwer û bijareyên Cîhana Îslamê nemaze zanayên Sûriyê, ronkirin derbarê zilmên berdewam ên Amerîka û siyonîstan li gelê navçeyê ye.

Reyîsî got: Roja îro ku pêkhate di desthilata pergala nedadmendane ya cîhanî da ne, erka ramanwer û bijareyên Cîhana Îslamê nemaze zanayên Sûriyê ronkirina rastiyan ji wan ronkirina derbarê zilmên berdewam ên Amerîka û siyonîstan li gelê navçeyê ye.

Reyîsî tekez kir: Yekparçetiya axa Sûriyê dê bibe sebeba ewlehiyê li vî welatî û tevahiya navçeyê; tevî ku hebûna Amerîkayê li her cihekî navçeyê, bê-ewlehîtiyê tîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha di hevdîtina digel zanayên sune yên Sûriyê da jî got: Hevkariya Komara Îslamî ya Îranê digel Sûriyê stratejîk e û piştevaniya Tehranê ji hikûmeta qanûnî ya vî welatî di heyama qeyrana Sûriyê da û alîkariya bo hikûmeta Esed di pêvajoya têkoşîna dijî komên terorîstî vê yekê piştrast dike.

 

Serepeyv