Nîsan 30, 2023 15:38 Asia/Tehran
  • Kenanî: Nêrîna raya giştî li Amerîkayê derheq pênaseya apartaydê ya Rejîma Siyonîst guheriye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di twîtekê da nivîsî: Nêrîna li raya giştî li Amerîkayê wek bav û sergêrê rejîma sexte ya Îsraîlê û dawîn axaftin û nirxandinên hizr û ramanan, nîşana guherîna hestkirî ya cûreya nêrîna li pênaseya apartaydê ya vê rejîmê ye.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di twîtekê da nivîsî: Li gorî rapirsîna herî dawî ya Zanîngeha Mirîlendê, sedî 20 ji Komarxwazan û sedî 44 ji Demokratan Îsraîl nijadperest dizanin û piştevaniya ji tevgera boykotkirina Rejîma Siyonîst jî zêde bûye. Nêrîna li raya giştî li Amerîkayê wek bav û sergêrê rejîma sexte ya Îsraîlê û dawîn axaftin û nirxandinên hizr û ramanan, nîşana guherîna hestkirî ya cûreya nêrîna li pênaseya apartaydê ya vê rejîmê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha ragihand:Teqez di rewşa hebûna azadiya raderbirrînê li dijî siyonîstan û rizgariya Amerîkayê ji serdestiya lobiya siyonîstî û rapirsîna berfireh û serbixwetir ji gelê Amerîkayê, dê encamên ecêb û sosret li dijî pênase û hebûna vê rejîma sexte anku Îsraîlê bên bidestxistin û mafê raya giştî û bijareyê Amerîkayê heye li dû bersiva vê pirsê bin ku çima rejîmên Amerîkayê berjewendiyên gelê vî welatî û bi dehan welat û miletên ku wan tenê bi awayê devkî "Hevpeyman" dizanin, dikin goriyê rejîma xesbker, apartayd, ne-demokratîk û ber bi lawaziyê ya siyonîst.

Serepeyv