20 welatan ji Îranê daxwaza dabînkirina derman û kelûpelên pizîşkiyê kirine
Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê teqez kir: 20 welatan ji Îranê daxwaza dabînkirina derman û kelûpelên pizîşkiyê kirine.
“Behram Êynullahî”, Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê îro di merasima vekirina yekim nîşangeha berhemên zanistî di warê xwarek, derman û kelûpelên pizîşkî li Tehranê de got: Beşa tenduristiyê piştî Înqilaba Îslamî dewstkewtên mezin hebûne û li cîhanê gelek mîdal û derece bi dest xistine.
Êynullahî her wiha got: Îro rojê me 67 kolêjên pizîşkî, 850 navendên lêkolînê û 25 kolêjên dermansaziyê li welêt hene û sermayeya mezin sermayeya hêza mirovî ye û divê em vê sermîyanê bi awayekî kêrhatî bi kar bînin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê got ku boykot zemîneyê bo bi qawetbûn û bêminetbûnê xweş dike û got: Îro rojê gelek welatên dost daxwaza peywendiya bi hevaltî bi Îranê re dikin.
Zaniyar û pisporên îranî tevî boykotên Amerîkayê di warê pizîşkî û drmanan de pêşketinên berbiçav hebûne.