Kenanî: “Peywendiyên Îran û Rûsyayê di warên leşkerî û berevaniyê da ne dijî ti welatekî ne”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Peywendiyên Îran û Rûsyayê di warên leşkerî û berevaniyê de di çarçoveya berjewendiyên hevpar ên her du welatan da dan zanîn û got: “Peywendiyên di navbera Tehran û Moskowayê da ne dijî ti welatekî ne.”
Nasir Kenanî, amajeyî vê yekê kir ku peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê û Rûsyayê yên di warên leşkerî û berevaniyê da di çarçoveya berjewendiyên hevpar ên her du welatan da ne û got: “Peywendî û hevkariyên leşkerî û berevaniyê yên Komara Îslamî ya Îranê û Rûsyayê da ji berî destpêbûna qeyrana leşkerî ya li Ûkraynê ve hebûne.”
Kenanî, amajeyî vê yekê kir ku Komara Îslamî ya Îranê li ser çareserkirina siyasî ya qeyrana Ûkraynê pêgîrî dike û got: “Tawanbarkirina Îranê ji hêla welatên rojavayî va têkildarî qeyrana Ûkraynê, ji ber armancên siyasî ye.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser sekinandina peywendiyên hin welatan bi Sûriyê re û got: “Bi guherîna rewşê li Sûriyê û misogerbûna istiqrara nijyara siyasî li vî welatî me dît ku welatan hêdî hêdî dest bi peywendîyan digel Dimeşqê kirin.”